Ahmet Aydın
27 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi telefonê digel Serokê DYAyê Donald Trump axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan û Trump peywendiyeke telefonê encam dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu serokan di peywendiya telefonê de li tenişt mijarên dualî, di serî de Rojhilatê Deryaya Spî li ser pêşhatên herêmî axivîn.
Serokomar Erdogan di peywendiya telefonê de bibîr xist ku ya ku bêîstiqrariyê li Rojhilatê Deryaya Spî dike aliyê Tirkiyeyê nîn e.
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Tirkiyeyê bi gavên berceste îsbat kiriye ku li Rojhilatê Deryaya Spî alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye