Serokomar Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Îranê Rûhanî axivî
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî axivî.
Istanbul
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di peywendiyê de gavên ji bo geşepêdana hevkariya di navbera Tirkiye-Îranê de ya di warê aborî, veguhastin, ewlekariyê de, digel pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku îradeya ji bo hêzdarkirina têkiliyên Tirkiye-Îranê diparêzin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de herwiha anî ziman ku ew hêvîdarin rêveberiya nû ya DYAyê dev ji mueyyideyên yekalî ên li ser Îranê berdin û astengên neheq ên li pêşiya refaha gelê Îranê rakin.