Polîtîka

Serokomar Erdogan bi telefonê bi Sultanê Umanê Heysem bin Tariq ra axivî

Özcan Yıldırım  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Serokomar Erdogan bi telefonê bi Sultanê Umanê Heysem bin Tariq ra axivî

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi Sultanê Umanê Heysem bin Tariq ra axivî.

Li gorî parvekirina li ser hesabê NSosyalê yê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Erdogan û Heysem bin Tariq peywendiyeke telefonê encam dan.

Hat ragihandin ku di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Umanê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di peywendiyê da diyar kir ku êrîşên li dijî Îranê û di pey ra bersivdana Îranê li dijî welatên bira, herêm bi qeyraneke ewlehiyê ya bêhempa ra rû bi rû hiştiye û êrîşên li hember Umanê nayên qebûlkirin.

Serokomar Erdogan tekez kir ku Tirkiyeyê di rewşa heyî da tevî navbeynkariyê, dest ji hewlên dîplomatîk bernedaye û ev hewildan dê berdewam bin.

Erdogan destnîşan kir ku astengkirina çûna Mizgefta Eqsayê ji aliyê hikûmeta Netanyahu va bi ti awayî nayê qebûlkirin, Xeze hewcedarê alîkariya mirovî ye û divê xebatên Konseya Aştiyê jî bi armanca çareseriyeke du dewletî bidomin.

Serokomar Erdogan her wiha di peywendiyê da Cejna Remezanê li Heysem Bin Tariq pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.