Polîtîka

Serokomar Erdogan bi telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra axivî

Mümin Altaş  | 24.11.2025 - Rojanekırın : 24.11.2025
Serokomar Erdogan bi telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra axivî

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê, bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftina Erdogan û Putîn da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di axaftinê da anî ziman, ji bo ku şerê Rûsya û Ukraynayê bi aştiyeke adil û mayînde va dawî bibe, Tirkiye wê hewldanên xwe bidomîne.

Erdogan got Tirkiye wekî berê niha jî amade ye ku tevkariyê bike ku hemû hewldanên dîplomatîk û planên ku rêya aştiya mayînde ya li herêmê vekin pêk bên û alî rasterast hevdîtinan bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.