Polîtîka

Serokomar Erdogan bi telefonê bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra axivî

Orhan Onur Gemici  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Serokomar Erdogan bi telefonê bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra axivî

Ankara

ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ra axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Ukraynayê û her wiha mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya bi Zelenskiy ra diyar kir ku divê şerê li Îranê nebe asteng ji bo hewldanên aştiyê yên li Ukraynayê.

Serokomar Erdogan diyar kir ku ewlehiya seyrûsefera li Behra Reş ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got ku Tirkiye wê piştgiriyê bide agirbesteke ji bo parastina keştîgehan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.