Serokomar Erdogan bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ra hevdîtin kir

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan li bajarê Tîencînê yê Çînê ku ji bo Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) lê ye, dest bi hevdîtinên xwe yên zîrweyê kirin.
Serokomar Erdogan li Mêvanxaneya Tîencînê ewil bi Serokê Dewleta Çînê Şî ra hat cem hev.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyeyê yê Pekînê Selçuk Unal jî di hevdîtinê da cih girtin.