Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ra hevdîtin kir

- Di hevdîtina ku di serî da Xeze li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî axa Filistînê sekinîn da Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo ku bala civaka navneteweyî bikşîne ser zilma dijî Filistîniyan hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne

Kaan Bozdoğan  | 20.04.2024 - Rojanekırın : 21.04.2024
Serokomar Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ra hevdîtin kir

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ra li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di hevdîtinê da di serî da Xeze li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî axa Filistînê, ji bo ku alîkariyên însanî di asta tê xwestin da û bênavber bigihêjin Xezeyê tiştên divê bên kirin, mijarên der barê li herêmê pêvajoya aştiyê ya adil û mayinde hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo ku bala civaka navneteweyî bikşîne ser zilma dijî Filistîniyan hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne.û da zanîn ku dawîlêanîna wehşetê û hewcehiya agirbesta mayînde ya acîl di her firsendê da tê destnîşankirin.

Erdogan diyar kir ku Îsraîl teqez dê rojekî bedêla zilma ku dijî Filistîniyan tetbîq dike, bide û Tirkiye dê li her zemînê qetlîamên dijî Xezeyê qise bike û got ku hemû hewldan ji bo avakirina Dewleta Filistînê ya serbixwe ku mifteya aştiya herêmî ye û li herêmê hatina aramiya mayînde tên dayîn.

- Ji 45 tonî zêdetir alîkariya însanî hat sewqkirin

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da destnîşan kir gelekî heyatî ye ku Filistînî di vê pêvajoyê da di nav yekîtiyê da tevbigerin û da zanîn rêya bersiva herî xurt a ku dê bidin Îsraîlê û rêya serkeftinê ji yekîtî û bihevrabûnê ra derbas dibe û da zanîn dijî Îsraîla ku raya giştî ya navneteweyî şaş berhêlî dike divû doza gelê Filistînê û rastî bêtir bên qisekirin.

Erdogan diyar kir ji bo ku piçek jî be êşên diqewimin kêm bike Tirkiye alîkariyên însanî yên ji bo Filistînê didomîne û destnîşan kir ku heta îro ji 45 hezar tonî zêdetir alîkariya însanî sewqî herêmê kirin.

- Erdogan sersaxî da Heniye

Serokomar Erdogan behsa rageşiyên di navbera Îsraîl û Îranê da jî kir û destnîşan kir ku divê tiştên diqewimin ji bo Îsraîlê bingehek ava neke, ji bo ku li Rojava atmosfera ku pirsiyariya êrîşên Îsraîlê dike belav nebe girîng e ku xebatên ji nû va balê bikşînin ser Xezeyê bên kirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da ji ber zarok û neviyên wî yên ku di êrîşa Îsrîalê da şehîd ketin sersaxî da Heniye.

Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva hakan Fîdan, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Balyoz Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokomariyê Sefer Turan jî cî girtin.

Berpirsê Dervayê Welêt û Hemasê Xalid Meşal, Endamê Buroya Siyasî yê Hemasê Xelîl el-Hayye, Endamê Buroya Siyasî yê Hemasê û Berpirsê Şerîaya Rojava Zahir Cebbarîn û ji rayedarên Hemasê Mûsa Akkarî jî di hevdîtinê da amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.