Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi têlefonê axivî

Di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê, rewşa dawîn a li Sûriyeyê, xebatên Lijneya Aştiyê ya Xezeyê, di serî da pîşesaziya parastinê têkiliyên bazirganî û geşedanên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin

Utku Şimşek  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi têlefonê axivî

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomarê Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump di axaftinda bi têlefonê da têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê, rewşa dawîn a li Sûriyeyê, xebatên Lijneya Aştiyê ya Xezeyê, di serî da pîşesaziya parastinê têkiliyên bazirganî û geşedanên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da avêtina pêngavan dê bidomînin, di her qadê da pêşxistina têkiliyan ji bo berjewendiyên hevpar ên herdu welatan e.

Erdogan di axaftinê da destnîşan kir ku Tirkiye gelekî girîngiyê dide agirbesta li Sûriyeya cîran, tam tetbîqkirina peymana entegrasyonê, bi meqamên Amerîka û Sûriyeyê ra di nav kordînasyonê da pêvajoyê ji nêz va dişopîne.

Serokomar Erdogan di axaftinê da got hêvî dike ku Lijneya Aştiyê ya Xezeyê xebatên bi xêr bike, bawer dike ku bi dawîlêanîna bobelata însanî ya li Xezeyê û ji nû va avakirina Xezeyê va dê li herêmê pêşiya aştiya mayînde vebe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.