Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi telefonê axivî

Özcan Yıldırım  | 06.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi telefonê axivî

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat dayîn, di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Di axaftinê da Serokomar Erdogan got Tirkiye wê di gelek waran da, bi taybetî jî di pîşesaziya parastinê da ji bo ku bi Amerîkayê ra hevkarî pêşva here wê gavan biavêje.

Serokomar Erdogan anî ziman ku Serokê Amerîkayê Trump ji bo ku şer dawî bibin tevdigere ku ew piştgiriyê dide vê tevgera Trump û got ji bo pêvajoya danûstandinê ya bi Îranê ra û bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê hewl tên dayîn ku ew ji ber vê jî kêfxweş e.

- "Tirkiye ji bo hevkarî û piştgiriyê amade ye"

Erdogan bal kişand ku krîza mirovî ya li Xezeyê gihîştiye asteke giran û divê alîkariya mirovî bê navber bigihîje Xezeyê û ev drama trajîk a mirovî bi dawî bibe.

Serokomar Erdogan got Tirkiye ji bo pêkanîna agirbestê û aştiya mayînde amade ye ku hevkariyê bike û her cûre piştgiriyê bide.

Erdogan anî ziman ku Tirkiye ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û pêkanîna îstiqrarê hewl dide û got hewldanên Amerîkayê yên ji bo sivikkirina mueyîdeyên li ser Sûriyeyê jî wê feydeyê bide pêvajoyê.

Serokomar Erdogan got Sûriyeyeke aram wê hem piştgiriyê bide aştiya herêmê û hem jî ya cîhanê û Serokê Amerîkayê Trump vexwend Tirkiyeyê.

 Ji Serokomar Erdogan li ser peywendiya bi Serokê Amerîkayê Trump ra daxuyanî

Serokomar Recep Tayyip Erdogan wiha got, "Peywendiya ku îro me bi têlefonê bi Serokê Amerîkayê Birêz Donald Trumpê dostê min ê hêja ra pêk anî, pir sûdwer, berfireh û ji dil bû."

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê peywendiya bi têlefonê da ya bi Serokê Amerîkayê Trump ra daxuyanî da.

Serokomar Erdogan wiha got:

"Peywendiya ku îro me bi têlefonê bi Serokê Amerîkayê Birêz Donald Trumpê dostê min ê hêja ra pêk anî, pir sûdwer, berfireh û ji dil bû. Rewşa mirovî ya li Xezeyê ya roj bi roj xirabtir dibe di serî da me di axaftina xwe da li ser Sûriye, Şerê Rûsya-Ukraynayê, bazirganiya kurewî, mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da dewam dikin û her wiha gelek meseleyên din ên herêmî û kurewî îstişare kir. Pîşesaziya Parastinê û bazirganî di serî da me bi Birêz Trump ra îradeya xurtkirina peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê piştrast kir. Min bal kişand ku ji bo min cihê teqdîrê ye ku Serok Trump hewl dide şer û pevçûnên li dinyaya me bi dawî bike û her wiha min diyar kir ku wekî Tirkiye em amade ne ku piştgiriyê bidin da ku li herêma me aştî, aramî û îstiqrar bê edilandin. Her wiha min destnîşan kir ku ez ê kêfxweş bim ku dostê xwe yê biqîmet li Tirkiyeyê biezimînim, cenabê wî jî em vexwendin Amerîkayê. Înşelah ez hêvî dikim ku bi dostê xwe Trump ra di kurtedemekê da bêm cem hev û hevdîtina me ji bo welatiyên me bibe wesîleya xêrê"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.