Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer ra hat bal hev

Zafer Fatih Beyaz  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer ra hat bal hev

Netherlands

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr Starmer ra hat bal hev.

Serokomar Erdoganê ku ji bo beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê bibe li Laheya bajarê Hollandayê ye, hevdîtinên xwe yên dualî didomîne.

Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer ra hat bal hev ku hevdîtina wan a li Avahiyê Foruma Cîhanê ji çapemeniyê ra girtî çêbû.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Halît Yerebakan jî amade bûn.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ew hêvî dike ku Îran û Îsraîl guh bidin agirbestê û destûr wê neyê dayîn ku rageşî, qeyrana mirovî ya li Xezeyê bide jibîrkirin.

Erdogan ji bilê vê anî ziman Tirkiye wê piştgiriya xwe bidomîne ku Sûriye yekparçeyiya axa xwe û yekîtiya xwe ya siyasî bipaze û bigihêje îstiqrarê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.