Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ra bi têlefonê axivî

Ankara
- Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya es-Sûdanî ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftinê da pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan anî ziman tundiya ku Îsraîl dibe sedem herêmê tehdîd dike.
Erdogan behsa girîngiya dûrketina Iraqê ya ji vê pevçûnê kir û got di rewşa heyî da divê li hemberî rêxistinên terorê û komên radîkal bêtir bi baldarî bê tevgerîn.
Serokomar Erdogan diyar kir ku tekane çareseriya nakokiya nukleerê ya di navbera Îran û Amerîkayê da mizakere ye û got di şert û mercên dijwar da tevgerîna biîtidal hewce dike û divê teqez pêşî li ber tundiyê bê girtin.
Erdogan got ew ê tu carê destûrê nedin ku nijadkujiya li Xezeyê di bin siya êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê da bimîne.
- Serokomar Erdogan bi Mîrê Kuweytê El Sabah ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Kuweytê Şêx Mîşal El Ahmed El Cabîr El Sabah ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di axaftinê da li ser pevçûna navbera Îsraîl û Îranê û mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Erdogan di axaftinê da diyar kir, pevçûnên navbera Îsraîl û Îranê ji bo ewlehiya herêmê rîskeke mezin e, tehemula herêmê bi tu awayî ji şerekî nû ra tuneye, rêvebiriya Netanyahu bûye pirsgirêka îstiqrar û ewlehiya kurewî.
Erdogan destnîşan kir, êrîşên Îsraîlê pêvajoya mizakereyên ser nukleerê yên navbera Îran û Amerîkayê jî dixitimîne, ji bo çareserkirina nelihevkirinê tekane rê ev mizakere ne.
Erdogan daxuyand, Tirkiye û Kuweytê bertekên xurt nîşanî nîjadkujiya li Xezeyê ya Îsraîlê û êrîşkariya wê ya li herêmê da û diyar kir, hewl tê dayîn ku ev nîjadkujî were jibîrkirin, lê divê destûr neyê dayîn ku geşedanên dawîn nîjadkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê bide jibîrkirin.
- Serokomar Erdogan bi Siltanê Umanê Teymûr El Seîd ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Siltanê Ummanê Heysem bîn Tariq bîn Teymûr El Seîd ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di axaftinê da li ser pevçûna navbera Îsraîl û Îranê û mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Erdogan di axaftinê da diyar kir, pevçûnên navbera Îsraîl û Îranê ji bo ewlehiya herêmê rîskeke mezin e, tehemula herêmê bi tu awayî ji şerekî nû ra tuneye.
Erdogan destnîşan kir, rêvebiriya Netanyahu bûye pirsgirêka îstiqrar û ewlehiya kurewî, êrîşan beriya tûra şeşemîn a mizakereyên nukleerê dest pê kir û ev yek balkêş e. Erdogan got ku li gor Tirkiyeyê di çareseriya nelihevkirina nukleerê da rêya tekane mizakere ne.
Serokomar Erdogan di axaftinê da daxuyand, divê destûr neyê dayîn ku geşedanên dawîn nîjadkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê bide jibîrkirin.
- Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da, mijarên herêmî û navneteweyî hat guftûgokirin.
Serokomar Erdogan da zanîn ku Tirkiye rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê da ji nêz va dişopîne û mizakereyên hatibûn destpêkirin ji bo çareseriyê wekî tekane rêya çareseriyê dibîne.
Erdogan di vê çarçoveyê da diyar kir ku piştgiriyê didin nêrîna Amerîkayê ya der barê ji bo çareseriya nelihevkirinê divê mizakereyên nukleerê berdewam bikin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got Tirkiye amade ye ku di rageşiyê da ji bo pêşîlêgirtina zêdebûna bêkontrol çi ji destan bê bike.