Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îranê û mijarên herêmî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku bûyerên li Îranê diqewimin ji nêz va dişopîne, Tirkiye girîngiyê dide aramî û îstiqrara Îranê û Tirkiye senaryoyên midaxeleya Îranê ya ji derva tu carî erênî nabîne.
Erdogan destnîşankir ku menfeata Tirkiyeyê ye jî ku pirsgirêk bên çareserkirin û pêşî li zêdebûna rageşiya li herêmê bê girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
