Serokomar Erdogan bi Serokomarê Sûriyeyê Şara ra bi têlefonê axivî
Istanbul
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra bi têlefonê axivî.
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û wiha got, "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ra bi têlefonê axivî. Di axaftinê da li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Sûriyeyê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê sekinîn."
Serokomar Erdogan di axaftinê da daxuyand ku ji bo Tirkiye yekparetiya axa Sûriyeyê, yekîtî, bihevrabûn, îstiqrar û ewlehiya Sûriyeyê girîng e û wiha dewam kir, "Serokomarê me got ku hem ji bo Sûriyeyê hem ji bo temamiya herêmê hewce dike ku axa Sûriyeyê bi temamî ji terorê were safîkirin. Serokomarê me destnîşan kir, têkoşîna terorê di serî da ji bo Sûriyeyê piştgiriya Tirkiyeyê wê di gelek qadan da zêdetir bibe û dewam bike."
