Serokomar Erdogan bi Serokomarê Koreya Başûr Jae-myung ra bi têlefonê axivî

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Koreya Başûr Lee Jae-myung ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Jae-myung li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye-Koreya Başûr, mijarên herêmî û kurewî axivîn.
Erdogan ji bo ku wekî Serokomar hat hilbijartin, Jae-myung pîroz kir û seba heyama nû hêviyên xwe yên ku di navbera Tirkiye û Koreya Başûr da şirîkatiya stratejîk were xurtkirin jê ra gotin.
Erdogan daxuyand ku di navbera her du welatan da firsenda tevkariyê heye ku di gelek qadên wekî vejena nukleerê, hişê çêkirî, vejena kesk, sanayiya parastinê da gav werin avêtin û Jae-myung dewetî Tirkiyeyê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.