Zafer Fatih Beyaz
25 Hezîran 2025•Rojanekirin: 26 Hezîran 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra civiya.
Serokomar Erdogan ji bo Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê li Laheya bajarê Hollandayê ye û hevdîtin û civînan didomîne.
Erdogan di çarçoveya hevdîtinên dualî da li Foruma Worldê, cihê ku civîn lê tê kirin bi Serokomarê Fransayê Macron ra civîn kir.
Civîn bêyî çapemeniyê hat kirin.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra got ku ji ber agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê da kêfxweş e, divê rewşa fiîlî demildest biguhere sikûneta mayînde, li Xezeyê qeyrana însanî hê zêdetir dewam dike û girîng e ku li wir demildest bigihêjin agirbesta mayînde.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron ya ku di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya li Laheya bajarê Hollandayê hat kirin, daxuyanî da.
Li gor vê di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ji bo ku têkiliyên dualî yên Tirkiye û Fransayê hê bêtir pêş bixin dê xebatên xwe bidomînin.
Erdogan di hevdîtinê da got ku ji ber agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê da kêfxweş e, divê rewşa fiîlî demildest biguhere sikûneta mayînde, li Xezeyê qeyrana însanî hê zêdetir dewam dike û girîng e ku li wir demildest bigihêjin agirbesta mayînde.
Serokomar Erdogan diyar kir dê kêrhatî be ku mitefîqên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) nînin jî di mimariya parastin û ewlehiya nû ya Ewropayê da bên bikaranîn, bi nêrîneke mawe dirêj û stratejîk nirxandina têkiliyên Tirkiye-YEyê dê kêrhatî bin.
Erdogan got ku Sûriye ji bo ku dervayî pevçûnên herêmî bisekinin bi baldarî tevdigere, girîng e ku Îsraîl fehm bike ku rêya pêkanîna ewlehiya wî bixwe ji îstiqrara cîranên wî ra derbas dibe.