Serokomar Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Eliyev ra bi telefonê axivî
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev ra bi telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Serokomar Erdogan digel Serokomarê Azerbaycanê peywendiyeke telefonê encam da.
Hat ragihandin ku Erdogan di peywendiyê da anî ziman ku Tirkiye û Azerbaycan di hemû waran da, bi taybet di warê bazirganiyê da, ji bo gihîştina armancên xwe hewlên xwe didomînin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew ji pêşveçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da kêfxweş in û piştgirî didin vê pêvajoyê.
Di hevdîtinê da Erdogan rojbûna Serokomarê Azerbaycanê Eliyev û sersala wî pîroz kir.
