Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra li Stenbolê hevdîtin kir

Kaan Bozdoğan  | 04.04.2026 - Rojanekırın : 04.04.2026
Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra li Stenbolê hevdîtin kir

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ra li Stenbolê di civîna xebatê da hat bal hev.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî serokan di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Ukraynayê, lêgerînên aştiya şerê Ukrayna-Rûsyayê û mijarên herêmî û kurewî guftûgo kirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ku ji bo mizakereyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê da dê piştgiriya Tirkiyeyê dewam bike, hewcehiya herêmê bêtir bi aştî û îstiqrarê heye.

Serokomar Erdogan got ku wek Tirkiye gelekî girîngiyê didin ewlehiya sey û seferê û ewlehiya erza vejenê giîng e.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye biryardar e ku hecma bazirganiya dualî ya bi Ukraynayê ra zêde bikin û ji bo vê dê avêtina pêngavên hewce bidomînin û qal kir ji ber ku ukrayna bi welatên Kendavê ra têkiliyan pêş dixe kêfxweş in.

-Serokomar Erdogan bi merasima fermî Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy pêşwazî kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy pêşwazî kir.

Piştî merasima pêşwaziyê ya fermî li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê, Serokomar Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy dest bi hevdîtina dualî kirin.

- Serokê Ragihandinê Duran ji bo serdana Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy daxuyanî da

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran diyar ku îro li Stenbolê di serdana Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy da wê mijarên dualî, geşedanên herêmî û pêvajoya Stenbolê bên gotûbêjkirin.

Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê ji bo serdana Zelenskiyê ku îro tê Tirkiyeyê, daxuyanî da.

Serokê Ragihandinê Duran diyar ku îro li Stenbolê di serdana Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy da wê mijarên dualî, geşedanên herêmî û pêvajoya Stenbolê bên gotûbêjkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.