Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra bi têlefonê axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftina Erdogan da ya bi Zelesnkiy ra têkiliyên Tirkiye û Ukraynayê, geşedanên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Erdogan di axaftinê da got ku Tirkiye ji bo ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê da aştiya adil û mayînde pêk bê dê ji niha pê va jî hewl bide, Tirkiye piştgiriyê dide ku hevdîtinên di navbera heyetên herdu welatan da li Stenbolê dest pê kirin dewam bikin, kêfxweşiyê dide ku pevguherîna êsîran a ku di hevdîtinên li Stenbolê da biryar hat dayîn di demek kurt da hat bicîanîn.
Erdogan destnîşan kir ku di hevdîtinên tura duyemîn a tê plankirin ku li Stenbolê bên kirin da guftûgokirina agirbesta muhtemel dê kevirên rêya diçe aştiyê raxe û diyar kir bi heyetên hêzdar va beşdariya herdu welatan a bo civînê ji hêla leza ku di rêya aştiyê da hat bidestxistin girîng e.
Serokomar Erdogan da zanîn piştî ku hevdîtinên di navbera heyetan da hat temamkirin di asta serokan da hevdîtin kirin dê kêrî pêvajoya aştiyê bê û wisa bawer dike bêyî ku derengî bikeve divê vê yekê bi cî bînin.