Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê axivî
Serokomar Erdogan got ku Tirkiye êrîşên dijî Îranê pesend nake, muqabeleya Îranê ya dijî welatên herêmî jî teswîb nake, ji bo ku şer bêtir ji kontrolê dernekeve bi hemû alî û terefan ra ji bo aştî û îstiqrarê peywendiyan didomîne.
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat dayîn serokan di axaftinê da têkiliyên Tirkiye -Rûsyayê û mijarên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku Tirkiye êrîşên dijî Îranê pesend nake, muqabeleya Îranê ya dijî welatên herêmî jî teswîb nake, ji bo ku şer bêtir ji kontrolê dernekeve bi hemû alî û terefan ra ji bo aştî û îstiqrarê peywendiyan didomîne.
Erdogan diyar kir ku divê pêşî li polîtîkayên êrîşkar ên hikûmeta (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) Netanyahu bê girtin, dê destûrê nedin pêngavên Îsraîlê yên ku zirarê didin statuya Qudsê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê ji nêz va dişopîne, her pêngavê ku dê îstiqrara Sûriyeyê zêde bike bo berjewendiya hevpar a Tirkiye û Rûsyayê ye û divû destkeftiyên wir nexin xetereyê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bo ku şerê Rûsya-Ukraynayê bi aştiyê bi encam bibe girîng e ku şeht li lêgerîyên Tirkiyeyê nedin, Tirkiye pêşniyazî hemû aliyan dike ku ji pêngavên rageşiyê zêde bikin dûr bisekinin, li Behra Reş êrîşên dijî keştiyên sivîl zirarê didin îstiqrarê, şerê Îranê divê di qeyrana Rûsya-Ukraynayê da qadeke pevçûnê ya nû dernexenîne holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
