Serokomar Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte ra bi têlefonê axivî
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê NSosyalê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da mijarên herêmî û kurewî û mijarên NATOyê eleqedar dikin hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan da zanîn pêvajoya ku bi midaxeleya dijî Îranê dest pê kir ber bi tengiyeke jeostratejîk va diçe, camîeya navneteweyî ji bo ku dawî li vê şerê bîne divê hewldanên xwe zêde bike .
Serokomar Erdogan piştgiriya ku NATO dide parastina asîmanî ya Tirkiyeyê destnîşan kir û diyar kir ku piştevaniya di vê pêvajoyê da texilkeriya Îtifaqê car din nîşan da.
Serokomar Erdogan got ku hewldanên ji bo ku şerê Ukrayna-Rûsyayê bi aştiyê bi encam bibe didomîne.
Serokomar Erdogan 77emîn salvegera damezrîna NATOyê pîroz kir û xwest ku di Lûtkeya Enqereyê ya NATOyê da ya ku dê di 7-8ê tîrmehê bê lidarxistin da dijî ezmûnên pêşerojê da pêngavên ku dê Îtifaqê xurttir û qewîtir bike bên hildan.
