Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Sabah ra bi têlefonê axivî

İrem Demir  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 30.12.2025
Serokomar Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Sabah ra bi têlefonê axivî

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Şêx Sebah Xalid el-Hamid el-Sabah ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, di axaftinê da li ser têkiliyên Tirkiye-Kuweytê, mijarên herêmî û kurewî sekinîn.

Serokomar Erdogan diyar kir, ew ji bo ku di her qadê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Kuweytê xurt bikin, dixebitin û tevkarî wê zêdetir bibe û dewam bike.

Erdogan destnîşan kir, ew hêvî dikin ku bi pêkhatina agirbesta mayînde û aştiyê va îmarkirina Xezeyê ji nû va dest pê bike, di vê pêvajoyê da tevkariya Tirkiye û Kuweytê girîng e.

Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku hewildanên Îsraîlê yên bêîstiqrarkirina herêmê zêde bûn, biryara naskirina Somalilandê jî ji van yek e, divê piştgiriya yekparetiya axa Somaliyê were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın