Serokomar Erdogan bi Mîrê Qeterê Al Sanî ra bi têlefonê axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat parvekirin di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Qeterê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku Tirkiye her cure êrîşên ku desthilatdariya Qeterê îxlal dike şermezar dike û Tirkiye dê her dem li ba birayên xwe yên Qeterî be.
Erdogan diyar kir ku di lûtkeya NATOyê da bi rageşiya eskerî ya di navbera Îran û Îsraîlê da bi muxatabên eleqedar ra hevdîtin kirin û da zanîn hêvî dike ku alî guh bidin agirbesta fiîlî û sikûneta hat pêkanîna mayînde bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.