Polîtîka

Serokomar Erdogan bi merasima fermî va pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir

Mümin Altaş  | 08.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Serokomar Erdogan bi merasima fermî va pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasimeke fermî va pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Siwaran li kolana ku li ber Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya wesayîta fermî ya Sûdanî kirin û heta deriyê protokolê bi wesayîtê ra çûn.

Serokomar Erdogan li ber deriyê sereke yê kuliyeyê pêşwaziya Sudanî kir.

Piştî ku Erdogan û Sûdanî li qada merasîmê cihên xwe girtin, sirûdên neteweyî yên her du welatan hatin lêxistin.

Sûdanî bi gotina "Merheba esker" va silav da Qiteya Merasimê ya Alaya Parêzvanan.

Di merasimê da alayên 16 dewletên Tirkan ên ku di dîrokê da hatine avakirin temsîl dikin û eskeran jî cî girt û top hat avêtin.

Erdogan û Sûdanî li ser pêlekanan li ber alayên her du welatan dest dan hev û endamên çapemeniyê dîmenên wan girt.

Piştî hevdîtina bi heyetan Erdogan û Sûdanî wê beşdarî merasima îmzeyê ya peymanan bibin û paşê jî wê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Di merasimê da Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, Serokê YOKê Prof. Erol Ozvar, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê Haluk Gorgun, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Nûnerê Taybet ê Serokomar Erdogan ê Iraqê Veysel Eroglu, Serşêwirmendê Polîtîkayên Derva û Ewlekariyê yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn jî amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.