Polîtîka

Serokomar Erdogan: Bi Erebistana Siûdî ra me li hev kir ku em potansiyela aboriyê ya mezin dîsa bidin meşandin

Yıldız Nevin Gündoğmuş, Zafer Fatih Beyaz  | 30.04.2022 - Rojanekırın : 01.05.2022
Serokomar Erdogan: Bi Erebistana Siûdî ra me li hev kir ku em potansiyela aboriyê ya mezin dîsa bidin meşandin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bi Erebistana Siûdî ra me li hev kir ku bila veberhênanên me bi organîzasyonên mezin bên bal hev û ji bo potansiyela aboriyeke mezin dest bi xebatê bikin."

Erdogan piştî serdana xwe ya li Erebistana Siûdî di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên Tirkiye û Erebistana Siûdî da wiha got, "Bi Erebistana Siûdî ra me li hev kir ku bila veberhênanên me bi organîzasyonên mezin bên bal hev û ji bo potansiyela aboriyeke mezin dest bi xebatê bikin."

Erdogan diyar kir ji namzedên EXPO 2030yî yek jî Erebistana Siûdî ye û got me got ku ji bo EXPO 2030 li paytext Riyadê bê kirin wek Tirkiye em ê piştevaniya wan bikin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê da wiha axivî, "Polîtîkaya me ya der heqê Îsraîlê da heye û heman tişt ji bo Misrê jî mimkun e. Encamên erênî jî nîşan didin ku di asta jor da jî pêkan e ev bên kirin."

Erdogan diyar kir bi welatên li herêmê yên ku bi wan ra xwediyê heman çand û baweriyê ne divê pêvajoyeke pir cihê têxin rewacê û got ku ev pêvajoya dijmin îlankirin nîne, ev ya dost qezenckirinê ye.

Serokomar Erdogan ji bona pirsa der barê 6 partiyên mixalefetê yên hatin bal hev da wiha peyivî, "Ev koma ku ji 6 aliyan pêk tê wê kê wek namzed nîşan bide pirsgirêka me nîne. Îtifaqa Cumhur namzedê xwe diyar kiriye û di rêya xwe da dimeşe."

Erdogan ji ber ku jineke wek pispora alîkariya civakî di Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê da dixebitî ji "endamtiya rêxistina terorê" hat derdestkirin wiha got, "Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê divê hesab bide çima terorîst li wê derê tên bicîkirin û li deriyê wê dixin û wan pirsan bibersivîne."

Serokomar Erdogan destnîşan kir hedefa wan ew e ku enflasyonê daxin û got bi gavên ku em diavêjin înşellah dawiya meha Gulanê wê enflasyon bere bere kêm bibe û dawiya salê jî wê bikeve rêyeke erênî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın