Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Beriya her tiştî em dixwazin li Xezeyê zûtirî dîsa agirbest çêbe"

Alper Şaşmaz  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Serokomar Erdogan: "Beriya her tiştî em dixwazin li Xezeyê zûtirî dîsa agirbest çêbe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Beriya her tiştî em dixwazin li Xezeyê zûtirî dîsa agirbest çêbe ku ev du meh e nahêlin alîkariya însanî herê."

Erdogan ji bo Civîna 4emîn a Navbera Hikûmetên Tirkiye û Îtalyayê li Romaya paytextê Îtalyayê ye û li vê derê bi Serokwezîra Îtalyayê Gîorgîa Meloniyê ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir, bi Îtalyayê ra di civîna îro da wan armanca hecma ticarî ya nû weke 40 milyar dolar destnîşan kir û wiha got, "Bi Îtalyayê ra em ê hevkariya xwe ya di warê pîşesaziya parastinê da bi şirîkatî û projeyên nû zexim bikin."

Erdogan bal kişand ser rewşa li Xezeyê û wiha axivî, "Beriya her tiştî em dixwazin li Xezeyê zûtirî dîsa agirbest çêbe ku ev du meh e nahêlin alîkariya însanî herê."

Serokomar Erdogan destnîşan kir, bi Îtalyayê ra ji bo parastina îstiqrar û refaha Libyayê wê ji bo çareseriyên demdirêj û domdar dîsa bi hev ra bixebitin.

Erdogan diyar kir, Îtalya ji serê ser da piştgirî daye pêvajoya emdamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) û got ku ew hêvî dike ku ev helwest bidome.

Serokomar Erdogan der barê Sûriyeyê da jî got "Li Sûriyeyê me giraniya xwe daye ser jinûva avakirina welêt, zeximkirina saziyan û parastina yekbûna axa welêt."

- Serokwezîra Îtalyayê Melonî: "Têkiliyên Îtalya û Tirkiyeyê ji pêwendiyên aboriyê wêdetir e"

Serokwezîra Îtalyayê Meloniyê jî destnîşan kir ku bi Serokomar Erdogan ra ji bo têkiliyên baş yên Îtalya û Tirkiyeyê hê baş bibin, wan xîmên baş danîne.

Meloniyê diyar kir, bi Tirkiyeyê ra têkiliyên wan ji pêwendiyên aboriyê wêdetir e û wiha got, "Di senaryoya Ewropa-Behra Sipî da em di Îtifaqa Atlantîkê da dewletên mutefîq in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.