Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Bendavên me tijî dibin, çavkaniyên me yên avê nû dibin"

Utku Şimşek  | 02.04.2026 - Rojanekırın : 03.04.2026
Serokomar Erdogan: "Bendavên me tijî dibin, çavkaniyên me yên avê nû dibin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em bi bereketa baranê ketin sala 2026an. Bendavên me tijî dibin, çavkaniyên me yên avê nû dibin."

Erdogan di merasima vekirina komî yaa 563 tesîsên ku ji hêla Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) va hatine temamkirin da axivî.

Serokomar Erdogan der barê 563 tesîsên ku ji hêla Karên Avê ya Dewletê va hatine temamkirin da got, "Bi van veberhênanan, em ê 505 cî û war, 52 hezar û 400 donim erdî ji zirara lehiyê biparêzin."

Erdogan diyar kir têkoşîna ku di sedsala borî da li ser neft û sotemeniyên karbonê çêdibûn, di heyama pêş da wê ji bo avê çêbin û got ji pevçûnên li dora me çêdibin em vê yekê dibînin.

Serokomar Erdogan der barê xebatên ji bo şewatên li daristanan da wiha got, "Îsal me 14 firokeyên nû li fîloya xwe ya asîmanî zêde kir. Hejmara firokeyan derket 119an û kapasîteya me ya avê jî derket 462 tonî. Bi 28 balafir, 14 balafirên bêmirov, 2 hezar û 766 wesayîtên midaxaleya ewil, 1953 arazoz û 878 makîneyên kar va, em ê îsal bi hêztir şewatan vemirînin."

Erdogan diyar kir ku bi bereketa baranê ketine sala 2026an û got ku bendavên me tijî dibin, çavkaniyên me yên avê nû dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın