Mehmet Yusuf Melikoğlu
27 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bang li hilbijêran kir ku herin ser sandoqê û raya xwe bidin.
Erdogan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Ez bangî hemû ferdên gelê xwe dikim, bêyî we nabe. Sibê ji bo Serkeftina Tirkiyeya Mezin em bi hev ra herin ser sandoqê. Em îradeya ku di 14ê Gulanê da li Meclisê tecellî kir, îcar jî bi awayekî hê hêzadr di serokomariyê da jî nîşan bidin. Em bi rayên xwe Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin."