Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Aboriya me meyla mezinbûna xwe ya ku 21 çaryek in ku didomîne, dîsa domand"

Ekip  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Serokomar Erdogan: "Aboriya me meyla mezinbûna xwe ya ku 21 çaryek in ku didomîne, dîsa domand"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Aboriya me di çaryeka sêyemîn a sala 2025an da jî meyla mezinbûna xwe ya 21 çaryek in ku bênavber didomîne, dîsa domand."

Serokomar Erdogan di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî.

Erdogan behsa mezinbûna aboriya Tirkiyeyê kir û wiha got: "Aboriya me di çaryeka sêyemîn a sala 2025an da jî meyla mezinbûna xwe ya 21 çaryek in ku bênavber didomîne, dîsa domand. Aboriya Tirkiyeyê rêça xwe ya bi îstiqrar di çaryeka 3yemîn da salane ji sedî 3,7 mezinbûnê va parast. Bi vê rêjeyê va em di nav welatên OECDyê da bûn 4emîn. Armanca Tirkiyeyê, rêya wê û guzergeha ku wê bişopîne eşkere ye. Ev armanc wê refaha hemû 86 milyonan bi awayekî mayînde zêde bike."

Serokomar Erdogan anî ziman ew ê nehêlin Tirkiye berdêlên nû bide û wiha axivî: "Em ê nehêlin ku ev welat berdêlên nû bide, em ê rê nedin wan kesên ku dixwazin berdêlan bidin dayîn. Em ê guh nedin hîleyên wan kesên ku avê şêlî dikin û dixwazin di wê avê da masiyan digirin."

Erdogan destnîşan kir ku sala bê li Tirkiyeyê gelek civînên navneteweyî wê çêbibin û wiha axivî: "Sala 2026an ji bo Tirkiyeyê wê bibe sala zîrweyên navneteweyî. Em ê mazûvaniya COP31, NATO û Zîrweya 13emîn a Teşkîlata Dewletên Tirk bikin."

Serokomar Erdogan got ew dixwazin astengiyên li pêş Sedsala Tirkiyeyê ji holê rakin û wiha axivî: "Em dixwazin pirsgirêkên bi salane hatine bincilkirin çareser bikin û çi mezin, çi piçûk hemû astengiyên li pêş avakirina Sedsala Tirkiyeyê ji holê rakin."

Der barê mijara Tirkiyeya Bêteror da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Îtifaqa Cumhurê xwedan yekîtiya hedef, nêrîn û fikrê ye. Bi îzna Xwedê û diayên xêrê yên miletê me yê ezîz, em ê vê carê bi ser bikevin. Partiya me, îtifaqa me û dewleta me bi biryardar in ku ewil Tirkiyeya Bêteror û paşê jî herêmeke bê teror ava bikin. Em ê pirsgirêkên heyî çareser bikin û em ê aborî û nanê li ser sifreya xwe mezintir bikin. Em ê aramî, biratî, azadî, demokrasî û ewlehiyê qewîtir bikin. Ku em bi hev bawer bin û 86 milyon bibin bira, bi îzna Xwedê astengiyeke ku em nikaribin ji holê rakin û hedefeke ku em nikaribin bigihêjinê wê nemîne."

Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî rexne kir û wiha got: "Brêz Ozel bira hedefê nede şaşkirin. Ku cureta wî heye û dixwaze cellad bibîne bira li eynikê, li dîroka xwe, li rabirduriya CHPyê binihêre. Ew ê cellad li wir bibîne."

Erdogan ji bo daxuyaniya "Berdevkiya Baregeha Barzanî" ya dijî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da jî wiha axivî: "Ez dixwazim bibêjim ku daxuyaniyên bêrêz û bêhed ên duh ên dijî Serokê Giştî yê MHPyê Brêz Bahçelî em pesend nakin û ji bo me ne cihê qebûlê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.