Serokdewletê Koreya Başûr Lee Jae Myung dê Tirkiyeyê ziyaret bike
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran: "Ev ziyaret dê bibe wesîle ku peywendiyên xurt û li ser bingeha dostaniyê ya ku di navbera welatên me da ji Şerê Koreyê vir va hatine tesîskirin bêtir bê pêşxistin"
Ankara
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand ku dê Serokdewletê Koreya Başûr Lee Jae Myung di 24-25ê Sermawezê da Tirkiyeyê ziyaret bike.
Duran di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê NSosyaylê da ev agahî dan:
"Serokdewletê Koreya Başûr Lee Jae Myung dê îcabetî daweta Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan bike û di 24-25ê Sermawezê da Tirkiyeyê ziyaret bike. Ev ziyareta ku dê ji Komara Koreyê ku hevkarê me yê stratejîk e di asta Serokdewletê da bê kirin dê bibe wesîle ku peywendiyên xurt û li ser bingeha dostaniyê ya ku di navbera welatên me da ji Şerê Koreyê vir va hatine tesîskirin bêtir bê pêşxistin.
Tê payîn ku di hevdîtinên dê di 24ê sermawezê da li Kuliyeya Serokomariyê bên kirin da têkiliyên dualî ji hemû aliyan va bên guftûgokirin û li ser pêngavên ku dê hevkariya di warên vejen, pîşesaziya parastinê, gihandin, binesazî, tekbolojiya pêşketî, çand û turîzmê da hê bêtir pêş bixe bisekinin. Di çarçoveya ziyaretê da her wiha tê plankirin ku der barê mijarên herêmî û navneteweyî yên rojane da guftûgo bikin û belgeyên muxtelîf ên ku dê bingeha hevkariya me. ya dualî xurt bike bên îmzekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
