Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê Lûtkeya Hevkariyê ya Tirkiye-Îtalya-Lîbyayê da daxuyanî da

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi bi Serokwezîra Îtalyayê Gîorgîa Melonî û Serokê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dîbeybe ra di Lûtkeya Hevkariya Tirkiye-Îtalya-Lîbyayê ya li Stenbolê hat kirin da hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomaryê di lûtkeyê da hevkariya welatan, mijarên herêmî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di lûtkeyê da koça bêdestûr jî di nav da ezmûnên ku hewzaya Behra Spî rû bi rû dimîne da bal kişand ser hevkariya her sê welatan.
Serokomar Erdogan her wiha got ji bo ku çavkaniya koça bêdestûr ji holê bê rakirin çareseriyên domdar û mawe dirêj hewce dikin di vê mijarê da hewcehî bi kordînasyona pir alî heye.
Di lûtkeyê da biryar hat dayîn ku piştî civîna komîteyên hevkariyê bila serok bên bal hev û biryarên hatine hildan binirxînin.
Erdogan bal kişand ser êrîşkariya Îsrîalê ya li Xezeyê û trajediya însanî û diyar kir ji bo ku li Xezeyê acîl agirbest bê tesîskirin û alîkariyên însanî demildest bigihêjin herêmê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û destnîşan kir çareseriya mayînde avakirina dewleta Filistînê ya li ser sînorên 1967an a serbixwe, desthilatdar, yekîtiya wê ya coxrafî heye û peytextê wê Qudsa Rojhilat e .
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.