Serokatiya Ragihandinê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Macaristanê Orban da daxuyanî da
- Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ku Tirkiye ji bo ku şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da bi awayekî adil û aştiya mayînde bi dawî bibe hewl dide, bêyî ku wext biçe divê agirbest pêk bê û mizakereyên aştiyê dest pê bikin

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Macaristana ku ji bo Lûtkeya Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk çûyê bi Serokwezîrê Macaristanê Orban ra hevdîtin kir.
Li gor parvekirina Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Macaristanê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye û Macaristan xwedî têkiliyên kevnar in û di her qadê da ji bo ku hevkariyê pêş bixin dê ji niha pê va jî pêngavan biavêjin.
Erdogan destnîşan kir ku li Macaristana endamê çavdêr lidarxistina lûtkeya Teşkîlata Dewletên Tirk nîşaneya girîngiya ku Teşkîlat dide Macaristanê ye û got ku Macaristan hêzê dide Teşkîlata Dewletên Tirk.
Serokomar Erdogan da zanîn ku geşkirina pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê kêrî Ewropayê ye û Tirkiye di serî da ewlehî dikare di gelek qadan da piştgiriyê bide Yekîtiya Ewropayê.
Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo ku şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da bi awayekî adil û aştiya mayînde bi dawî bibe hewl dide, bêyî ku wext biçe divê agirbest pêk bê û mizakereyên aştiyê dest pê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.