Polîtîka

Serok Erdogan der barê têkiliyên Tirk û Ûrisan da makaleyek nivîsand

Serok Erdogan ji bo rojnameya "Kommersant"ê ya li Rûsyayê makaleyek nivîsî û behsa têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê kir

Türkan Tosun  | 24.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Serok Erdogan der barê têkiliyên Tirk û Ûrisan da makaleyek nivîsand

Istanbul

ANKARA

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "(Îdlib) Mixalif wê li cihê ku lê ne bimînin. Emê bi Rûsyayê ra ew komên radîkal diyar bikin û destûrê nedin wan ku ew li vê herêmê bimînin."

Erdogan ji bo rojnameya "Kommersant"ê ya li Rûsyayê makaleyek nivîsî û behsa têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê kir.

Erdogan hevdîtina xwe ya li Soçiyê ya ku hefta borî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra kiribû bi bîr xist û got ji bo ku rê li ber qeyraneke mirovî ya nû ya dibe ku li Sûriyeyê çêbibe bê girtin ew li ser tevdîran axivîne.

Serok Erdogan got ji destpêka şerê Sûriyeyê pê va Tirkiyeyê hewl daye ku qeyrana mirovî mezin nebe, bi hemû derfetên xwe va mizakereyan kiriye ku ev pirsgirêk bê çareserkirin û ev tevger nîşanî hemû cîhanê daye. Erdogan anî ziman di vê pêvajoyê da Tirkiye bi hin welatan ra xebitiye ku yek ji wan jî Rûsya ye.

- "Em girîngiyê didin paqijkirina terorîstan"

Erdogan bal kişande têkoşîna dijî terorê û wiha got: "Ez dixwazim bibêjim Tirkiye hema bibêje 40 sal e dijî terorê têkoşînê dide û wê li hember sazûmaniyên terorê tu tawîzê nede. Di vê mijarê da tevgera Tirkiyeyê wê bibiryar dewam bike. Li hember rêxistinên ku rasterast ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dikin têkoşîna me wê bidome. Me di hemû mizakareyên xwe da ji hemû alîyan ra bi eşkere got em girîngiyê didin paqijkirina terorîstan ên li herêmên di destê PYD û YPGyê da ne û em hê jî wisa dibêjin. Mixabin em dibînin di heyama dawîn da bi taybetî Amerîka piştgiriyeke mezin dide hêzên PYD û YPGê. Ev tevger zirarê dide têkiliyên li herêmê û aştiya di navbera gelên li herêmê. Divê dev ji vê tevgerê bê berdan. Em dixwazin Rûsya jî di têkoşîna bi taybetî li dijî PKK, YPG, PYD û rêxistinên din ên terorê da piştgiriyê bide Tirkiyeyê."

- "Di mijara Îdlibê da Tirkiye ji roja ewil vir va canê sivîlan diparêze"

Erdogan behsa mijara Îdlibê jî kir û wiha got: "Di mijara Îdlibê da Tirkiye ji roja ewil vir va hewl dide canê sivîlan biparêze, sînorên herêma pevçûn lê nayê kirin mihafaza bike û mixalifên ne tund in biparêze. Welatên dibe ku li hember van mixalifan cuda bifikirin, lê bi ya me divê ew di nav pêvajoya çareseriya siyasî da cih bigrin. Ji bo ku hevdîtinên Cenevre û Astanayê baş bimeşin, hewcedarî bi vê heye."

Erdogan anî ziman divê gelê Tirkiye û Rûsyayê têkiliyên xwe xurt bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.