Polîtîka

Şermezarkirina biryara Senatoya Amerîkayê di Rojnameya Fermî da hat weşandin

Abdullah Tel  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 14.12.2019
Şermezarkirina biryara Senatoya Amerîkayê di Rojnameya Fermî da hat weşandin

Ankara

Di Lijneya Giştî ya Meclisê da "biryara Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê ya ku hatibû şermezarkirin di Rojnameya Fermî da weşiya.

Di civîna Meclisê ya duh êvarê da komên AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê bi danezaneke hevpar va "biryara Ermeniyan" a Senatoya Amerîkayê red û şermezar kirin.

Biryara Meclisê jî îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Di biryara Meclisê da wiha hat gotin: "Em wek Meclisa Mezin a Miletê Tirk wê biryara Senatoya Amerîkayê ku bi tewişandina rastiyên dîrokî va rê û rêgezên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û îdiayên qaşo qirkirina Ermeniyan pesend dike, red dikin û tune dihesibînin."

Hat gotin ku ji hêla hiqûqê va jî tu qedr û qiymeta wê biryarê tuneye, piştî heyama hilbijartinê jî ew biryar wê Senatoya ji nû va bê avakirin wê eleqedar neke.

Hat destnîşankirin eşkere ye ku ew biryar perçeyê lîstikeke siyasî ya qirêj e.

Di metna biryarê da biryara Senatoya Amerîkayê bi tevahî hat şermezarkirin û hat dupatkirin ku Meclis biryarê red dike û tune dihesibîne.

Di naveroka Metnê da wiha hat gotin:

"Senatoya Amerîkayê rastiyên dîrokî averê kir û rêbazên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî tune hesiband, îdiayên di mijara qaşo komkujiya Ermeniyan da jî qebûl kir û em wek Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê vê biryarê şermezar û red dikin.

Ev yek li ser bingeha sade a polîtîkaya kêyfî û rojane da xwendina dîrokê ye, helwesteke bêqîmet e. Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê dubare dike ku der barê bûyerên dîrokî da hiküm dayîn karê parlementoyan nîne.

Watedar e ku berjewendiyên Amerîkayê kingö ne li gor polîtîkayên Tirkiyeyê be vê mijarê tînin rojeva Senatoyê. Ya rast mijar mijara Ermenî û bûyerên 1915an nîne, Ermenî jî bûyerên dîrokî jî xema Senatoya Amerîkayê nînin; Tirkiye heke ne li gor îradeya gelê me yê ezîz li gor daxwazên Amerîkayê polîtîkayeke guncav bike dê ne Ermenî ne jî bûyerên 1915an bê rojeva Senatoya Amerîkayê.

Heke rastiyên dîrokî bê meraqkirin û girîngiyê bidin wan zanyar bi lêkolînên ewle dikarin raya giştî ya dinyayê agahdar bikin. Tirkiyeyê arşîvên xwe yên dewlemend Ermenî jî di nav da ji hemû lêkolîneran ra vekirine lêbelê yên herî girîng jî di nav da arşîvên Ermenistanê nehatin vekirin. Bi veşartina agahî û belgeyan, hember propagandaya reş û helwestên nijadperest serî tewandin Senatoya Amerîkayê jî di nav da li parlementoyan nayê. Mitefîqî û dostaniya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ya çendî salî dikin aletê hesabên tarî em ji ber vê yekê gelekî xemgîn in. Senatoya Amerîkayê êdî mecbûr e ku bi vî barê wijdanê yê ku li dîroka xwe zêde kir bijî. Tirkiye bi tu awayî guh nade vê biryara Senatoya Amerîkayê û amûrên tehdeya bi vî rengî û dê berjewendiyên xwe yên neteweyî yên li herêma xwe û ewlehiya xwe bi biryardarî bidomîne.

Ev biryara Senatoya Amerîkayê hem ji hêla dîrokê va hem jî ji aliyê hiqûqî va hem jî li ba gelê Tirk û gelên dinyayê yên xwedî însaf bê hikûm e. Em biryardariya hevpar û piştevaniya gelê xwe ya dijî vê biryarê îfade dikin, di çarçoveya muteqabiliyeta navneteweyî da bersivdayîna hewce wekî heqekî dibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.