Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte ji ber "çalakiya wî ya biryardar" a di mijara Îranê da Trump pîroz kir

New York
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra peyam şand û ji ber "çalakiya wî ya biryardar" a di mijara Îranê ew pîroz kir û got ku "Tu kesî cesaretî vê nedikir."
Trump dema ji bo ku beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe çû Laheyê ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Truth Socîalê dîmenê ekrana peyamên ku Rutte ji ra şandine parve kir.
Di peyaman da gotinên Rutte yên wekî "Ez ji ber çalakiya te ya biryardar a di mijara Îranê da te pîroz dikim û spasiya te dikim. Ev birastî jî çalakiyeke wisa derasayî bû ku tu kesî cesaret nedikir û me hemûyan ewledartir kir."
Rutte diyar kir ku Trump niha li Laheyê ber bi "serkeftineke mezin" va difire û her wiha parve kir "herçiqas hêsan nebe jî" endamên NATOyê ji bo piştgiriya ji sedî 5 îmze avêtin.
Hat dîtin Rutte nivisiye ku "Donald te ji bo Amerîk, Ewropa û dinyayê me anî cihekî gelekî girîng. Tu dê karên ku tu serokê Amerîkayê bi dehan salan nekarîn bi ser bixin bi ser bixî. Ewropa wekî divê bê kirin dê pereyeke gelekî mezin bide û ev dê bibe serkeftina te."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.