Abdullah Tel
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag wiha got, "PYD/YPG rêxistina terorê ye û bi destê PKKyê hatiye damezrandin, tê birêvebirin û li hemberî Tirkiyeyê jî îro PKK tevî wan çalakiyên terorê li dar dixe. Amerîka qebûl bike jî rastî ev e û qebûl neke jî rastî ev e."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag beşdarî weşana zindî ya Kanal 24ê bû û rojev nirxand.
"Amerîka heke qebûl neke jî rastî ev e"
Bozdag der barê alîkariyên ku Amerîka dide rêxistina terorê PYD/PKKyê da wiha got, "Rêveberên Amerîkayê divê êdî dev ji wê nêrînê berdin ku her kesî kor û gêj dihesibînin. PYD/YPG rêxistina terorê ye û bi destê PKKyê hatiye damezrandin, tê birêvebirin û li hemberî Tirkiyeyê jî îro PKK tevî wan çalakiyên terorê li dar dixe. Amerîka qebûl bike jî rastî ev e û qebûl neke jî rastî ev e."
"Feydeya wê ji kesî ra tuneye ku navekî din li tavê bikin"
Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona mijarên ku wê di serdana Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê da li ser mijara PYD/PKKyê bên rojevê wiha got, "Divê dev ji qanîkirina me berdin û hewl nedin ku em rastiya heyî bi awayekî din bibînin. Di vê mijarê da pêwîstiya me bi qanîkirinê tuneye. Lewra rastî êdî eşkere ye. Feydeya wê ji kesî ra tuneye ku navekî din li tavê bikin. Tav tav e. Mijareke eşkere ye û li holê ye."
"Ne mimkun e ku em bi qasî serê derziyê paşva biçin"
Bozdag bal kişand ku li hemberî avakirina dewleteke terorê li herêmê da helwesta Tirkiyeyê pir zelal e û wiha dewam kir, "Ev pir zelal e, deriyên Tirkiye di mijara li hemberî hemû pêvajoyên ber bi rêxistinbûna dewleta terorê, avakirina korîdoreke terorê ya li herêmê ya PYD/YPGyê girtî ne. Di van mijaran da heta dikarin bila xeberdin, ne mimkun e ku em bi qasî serê derziyê paşva biçin."
"Divê ev piştgirî neyê dayîn"
Bozdag wiha dewam kir, "PYD/YPG rêxistina terorê ye. Amerîkaya ku dost û mutefîqê Tirkiyeyê ye piştgiriyê, çekan, muhimatan û perwerdeyê dide wan. Eskerên wê bi wan re rûdinin û radibin. Li hember Tirkiyeyê ev şaşiya herî mezin e, nayê qebûlkirin. Divê ev piştgirî neyê dayîn. Çekên hatine dayîn jî paşve bên hildan. Ji vir pê va piştgiriya wan neyê kirin.
Li Dinyayê bi tenê welatek li dijî DEAŞê têkoşîna herî baş dide, ew jî Tirkiye ye. Ya rastî em dikarin vê Amerîkayê ra bikin. Lêbelê bira tu kes hêvî neke ku Tirkiye ji bo sazkirina dewleteke terorê xwe ker bike û PKKya rêxistina terorê li vê derê bi cî bibe û mezin bibe ew jî dengê xwe dernexe."
"Îhtimala operasyona li dijî Minbicê"
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag li ser îhtimala operasyona li Minbicê wiha got, "Divê eskerên Amerîkayê di nav da nebin. Di nav da cî girtin dema operasyonê nasnameya kesî napirsin û têkoşîn dijî rêxistinên terorê û terorîstan wê bê kirin. Ez texmîn nakim ku di vê mijarê da Tirkiye û Amerîka bên hemberî hev.
Li ser mijara DEAŞê dikarin li hember Tirkiyeyê operasyoneke nû ya ku agahiyên şaş dide bidin destpêkirin. Dikarin bibêjin 'Tirkiye kete herêma Efrînê li dijî PYD/YPGya rêxistina terorê têkoşîn da destpêkirin, lê DEAŞ cardin zindî bû, xurt bû. Binêrin ew tunene, DEAŞî ji nû ve derketin holê'. Hin senaryoyên wiha dibe bên çêkirin. Em ji niha ve dibêjin, bi van dek û dolaban ve tu kes nikare têkoşîna Tirkiyeyê ya mafdar neheq nîşan bide.
Divê rêveberiya Amerîkayê û hemû kesên ji me dixwazin ev kara di demeke kin da were xilaskirin alîkariyê bidin Tirkiyeyê. 'Em dikarin YPGyê û PYDyê li dijî PKKyê jî bidin şerkirin'. Mattîs dibêje ku tesîra soza wan li ser rêxistinê ewqasî heye, heke bi vê bawer dikin, ya ku were kirin eşkere ye. Ew ê ji van ra bêjin 'Êrîşên li dijî Tirkiyeyê bidin sekinandin. Efrînê vala bikin, demildest ji wê derê vekişin'. Heke wisa bêjin ricaya wan jî lazim nake herekatê di demeke kin da kuta bibe."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag wiha bal kişand, "Dibêjin 'Em bala xwe bidin ser DEAŞê û têkoşîna li dijî DEAŞê sist nekin' û paşê jî ji Rojhilatê Feratê teqwiye ji Efrînê ra tê. Mensûbên PYD/YPGyê wek teqwiye hatin Efrînê û wan hin der vala kirin. Paşê jî 'DEAŞ hat wê derê, Operasyona li ser Efrînê têkoşîna li hemberî DEAŞê sist kir...' Di pêşerojê da emê hemû bi hev ra bibînin ku ka ew geşedan wisa nin yan na."
"Dibe ku dixwazin Tirkiyeyê qels bikin"
Bozdag wiha dewam kir, "Li gorî nirxandina me dibe ku hizreke wisa hebe ku li wir (li bakurê Sûriyeyê rojhilatê Feratê) DEAŞê cardin derxin holê da ku di vê têkoşîna heq da Tirkiyeyê tenê bihêlin û Tirkiyeyê qels bikin."