Rapora bi sernavê "Rapora Sûriyeyê: Pêşbînî, Pêşniyaz û Çareserî" bi rayagiştî ra hat parvekirin
Rapor bi 3 zimanan ku ew jî Tirkî, Îngilizî û Erebî ne hat amadekirin. Rapor ji hêla 98 nivîskarên ji branşên cuda hat amadekirin. Ji xeynî van, du heyetên 15 kesî di dîrokên cuda da li Sûriyeyê ziyaretên qadî pêk anîn û tesbîtên di cih da kirin.
Istanbul
Rapora ku bi hevkariya Komeleya Cihannumayê, Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH) û Komeleya Hafizeya Dîjîtal biwarê paşeroja Sûriyeyê bi sernavê "Rapora Sûriyeyê: Pêşbînî, Pêşniyaz û Çareserî" hat amadekirin, bi rayagiştî ra hat parvekirin.
Bernameya li Kampusa Xelîcê ya Zanîngeha Weqfa Fatih Sultan Mehmet (FSMVU) hat lidarxistin, bi tîlaweta Qur'ana Kerîm û xwendina Marşa Îstiqlalê dest pê kir.
Davut Gulê Waliyê Stenbolê di bernameyê da axivî û spasiya kedkar û qurbaniyên rizgarbûna Sûriyeyê û bidawîbûna zilma li Sûriyeyê kir û her wiha spasiya xêrxwaz û saziyên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê kir.
Gul diyar kir ku bi lîdertiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan va Tirkiyeyê di têkoşîna li Sûriyeyê da li cihê rast ê dîrokê cihê xwe girt û wiha dewam kir:
"Divê mirov lê binihêre ka helwesteke Misilmanane li ku derê ye û çi kir. Saziyên me yên wekî ÎHH, Cihannuma û yên din li Sûriyeyê fena herêmên din ên dinyayê yên rastî zilmê tên, bi maneyekê bûn rûmeta gel û dewleta me."
Selîm Cerrahê Serokê Komeleya Cihannumayê diyar kir ku ew kom bûn da ku rapora têkildarî Sûriyeyê pêşkêş bikin ku bi xebateke 4 mehan hat amadekirin.
Bulent Yildirimê Serokê Giştî yê ÎHHyê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew 13-14 salan şev û roj ji bo Sûriyeyê xebitîn.
Yildirim bal kişand ku ne bi tenê ji bo Sûriyeyê, ew her wiha diçin hawara Xeze, Afrîka û hemû derên cihanê.
Di bernameyê da belgefîlma ÎHHyê ya der heqê Sûriyeyê da hat nîşandan û bi moderatoriya Prof. Dr. Zekerriya Kurşunê Endamê Hîndekariyê yê FSMVUyê panelek hat lidarxistin.
Ali Erbaşê Serokê berê yê Karûbarên Diyanetê, Osman Nurî Kabaktepeyê Serokê berê yê AK Partiyê yê Parêzgeha Stenbolê, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kesên din jî beşdarî bernameyê bûn.
Rapor bi 3 zimanan ku ew jî Tirkî, Îngilizî û Erebî ne hat amadekirin.
Rapor ji hêla 98 nivîskarên ji branşên cuda hat amadekirin. Ji xeynî van, du heyetên 15 kesî di dîrokên cuda da li Sûriyeyê ziyaretên qadî pêk anîn û tesbîtên di cih da kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
