ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu got ku rêya guherandina statukoyê demokratikbûn e.
Davutoglu beşdarî bernameya "Enîne Boyuna" ya ku di TRT1ê de tê weşandin bû û sualên der heqê rojevê de bersivand. Davutoglu bal kişand ku demokratikbûn rêya guherandina statukoya li hundir e û qala tiştên girîng kir û got ku demokrasiya hê bêtir, azadiya hê bêtir û bi gel bawerbûna hê bêtir muhîm e. Davutoglu diyar kir pakêta demokratîkbûnê ya dawîn rayê me da ku tiştên ku berê jê ditirsiyan ne tehdît in, berevajî wê ew tişt ji bo pirrengî û azadiyên Tirkiyeyê prestîj in û wiha axivî: "Bi rastî gavên ku lazim bûn berê bihatina avêtin dema ku tên avêtin, tê dîtin ku ev gef bi qestî hatine xwarin."
Davutoglu der barê têkiliyên Tirkiye û Iraqê de got, "Têkiliyên me zehf baş in, dibe ku hin caran di hin tiştan de guherîn çêbibin, ev tiştên tabi'î ne." Der heqê îdiayên li ser xerabbûna têkiliya Tirkiye û Iraqê de jî wiha axivî:
Li Iraqê em tu wextê li hemberî komekê piştgiriya komeke din nakin, ji bo komekê li dijî komeke din nasekinin."
Davutoglu der heqê çalakiyên PYDyê yên li Sûriyeyê got, der barê mafên kurdan de ne li Suriyeyê ne jî li Iraqê meseleyeke Tirkiyeyê tuneye û wiha axivî: "Lê belê PYD dibêje ku ew nûnerê hemû kurdan e. Naxêr hemû kurdan temsîl nake, hin kom ji zordariya PDYyê aciz in û tên ji me piştgiriyê dixwazin."
Davutoglu diyar kir ew dixwaze ku PYD tev muxalefeta Sûriyeyê bibe. Davutoglu der heqê tiştên ji PYDyê tên xwestin de jî got, "Bila têkiliyên xwe ji rejîma Sûriyeyê bibirin, bi Koalîsyana Neteweyî ya Sûriyeyê re muzakereyê bikin û heta Parlementoya Sûriyeyê tê avakirin li pey tiştekî din negerin."