Muhammet Kurşun
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê meseleya Kurdan de got: "Li Tirkiyê tu problema me digel welatiyên me yên Kurd tuneye. Problema me digel terorê re heye. Divê mirov van meseleyan tevlihev neke."
Erdogan, berî ziyareta Hindistanê ku dê sibe dest pê bike di hevpeydîna qenala WIONê de li ser rojevê nirxandin kirin.
Serokomar Erdogan, li ser pirsa muqayesekirina pirsgirêka Keşmîrê û Meseleya Kurdan wiha got:
"Binêrin eger em van bişibihînin hev û muqayese bikin emê bikevin xeletiyê. Li Tirkiyê tu problema me digel welatiyên me yên Kurd tuneye. Problema me digel terorê re heye. Divê mirov van meseleyan tevlihev neke. Li wê derê heta meseleya axê gelek problem hene. Dema Pakistan û Hindistan îddiayên xwe tînin ziman li gor xwe heq in. Lê li Tirkiyê bi taybetî li ser axa me rêxistina terorî PKK heye ku dibêje ez li ser navê kurdan heme. Loma li hemberî me rêxistineke terorî heye."