Pirtûka Îbrahîm Kalinê Serokê MÎTê ya bi navê "Rêwîtiya Ber bi Kulubeya Heidegger" weşiya

Ankara
Pirtûka nû ya Îbrahîm Kalinê Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya bi navê "Rêwîtiya Ber bi Kulubeya Heidegger" weşiya.
Pirtûka ku ji hêla Weşanên Însan hat weşandin, ji bo biçe ber destê xwîneran di refan da cihê xwe wergirt.
Di nivîsa danasîna pirtûkê da hat destnîşankirin, Kalin di 2019an da kulubeya Martin Heideggerê feylesofê Alman a li gundê Todtnaubergê yê Almanyayê ziyaret kir û kulubeya ku bi siruşta Daristana Reş ra bûye yek, xwedan taybetiya mekanekî sembolîk e ku cihê praktîzekirina ramana Heidegger e ku di dîroka felsefeya nûjen da meseleya "heyîn"ê cardin anî rojevê.
Di nivîsê da wiha hat gotin:
"Pirtûka nû ya Kalin 'Rêwîtiya Ber bi Kulubeya Heidegger', vexwendinek e ku serencama ramana Rojava radixe ber çavan ku pirsiyara 'heyînê' ya piştî-Sokrat ji bîr kir û 'heyîn' qurbanî hebûnên ku tezahura wê ye kir. Her wiha pirtûk di heman demê da ji bo çareserkirina qeyrana ku ji ber vê averêbûna ontolîk derketiye holê, mecbûriyeta felsefî û exlaqî ya vegera li 'heyînê' radixe ber çavan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.