Pezeşkiyan: "Îran dê bi tundî bersiva her êrîşeke li dijî binesaziya xwe bide"
Ankara
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welatê wî dê bi tundî bersivê bide êrîşên li dijî binesazî û navendên aborî yên xwe, di heman demê da banga xwe ji welatên herêmî ra dubare kir ku nehêlin axa wan ji bo êrîşên li dijî Îranê bê bikaranîn.
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan li ser hesabê medyaya civakî Xa şirketa Amerîkayê daxuyanî da.
Pezeşkiyan tekez kir ku Îranê bi berdewamî ragihandiye ku ew "êrîşên pêşîlêgir pêk nayne" û got, "Eger binesaziya welêt an navendên aborî werin hedefgirtin, emê bi tundî bersiv bidin."
Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe da bang li welatên herêmê jî kir û got, "Heke hûn geşedan û ewlehiyê dixwazin, nehêlin dijminên me ji herêmên we rêveberiya şêr bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
