Kurkçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku parlementerên HDP û BDPê li navenda giştî ya BDPê civîn li dar xistin û di civînê de biryar hat dayîn ku parlementerên BDPê derbasî HDPê bibin û di TBMMê de dê koma HDPê bê avakirin. Kurkçu wiha dewam kir:
"Dema ku em di çarçoveyeke mezin de li vê biryarê dinihêrin, HDP û BDP ji nû ve saz dibin. Me biryar da ku parlementerên BDPê derbasî HDPê bibin û em ê li TBMMê koma HDPê ava bikin. Di fermiyetê ev ê kengê çêbibe hê ne diyar e, lê ji vê re demeke kurt maye. Ango di dema hilbijartina Serokomariyê de HDP dê di meclisê de wek koma partiya HDPê tevbigere. Di demeke kurt de parlementerên BDPê dê derbasî HDPê bibin."
Sakik û Demirtaş dê di BDPê de bimînin
Kurkçu destnîşan kir ku Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş û parlementer Sirri Sakik dê derbasî HDPê nebin, ji bilî wan hemû parlementer dê derbasî HDPê bibin û wiha pê de çû: "Ji ber ku Sirri Sakik di hezîranê de li Agiriyê dê bikeve hilbijartina serokatiya şaredariyê, wê di BDPê de dewam bike. Birêz Demirtaş jî ji ber ku dê partiyê bibe kongreyê, dê di BDPê de bimîne. Her du jî piştî kongreyê dê bên HDPê."
Kurkçu got ku dîroka kongreya BDP û HDPê hê ne diyar e. Tê plankirin ku di meha hezîranê de pêşiyê kongreya BDPê bê kirin, paşê jî kongreya HDPê dê bê kirin.