Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Berdevkê Partiyê Haluk Koç der heqê hevdîtina li ser koalîsyonê ya ku bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra kirin da wiha got: "Her du aliyan jî got ku divê hikûmeteke xurt çêbibe da ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê bixebite. Ji bo ku di beşên hevpar da xebat werin kirin, niyet kifş bûn."
Koç li Navenda Giştî ya CHPê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Piştî ku hilbijartin kuta bû, wan daxuyanî dabû û gotibû ku îqtidar neket destê partiyekê tenê, ya ku dide nîşan koalîsyon wê çêbibe. Ji bo avakirina hikûmetê, çi bikeve ser milê CHPê wê bike û CHP ji bo çareseriyê pirsgirêkê dernaxe."
Koç got ku di vê astê da pêbawerî pir girîng e û wiha dewam kir:
"Her du aliyan jî got ku divê hikûmeteke xurt çêbibe da ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê bixebite. Ji bo ku di beşên hevpar da xebat werin kirin, niyet kifş bûn. Bi gotina Davutoglu va jî civîna îro 'beriya mizakereyan hevdîtinek e'. Beriya mizakereyan ev hevdîtinek bû û usûl û îradeyek derket holê. Niyet hatin beyankirin. Piştî vî qasî kar wê li ser rê û rêbazê bimeşe."
- "Tu kesî şer nekir, civîneke bi kêf û henek derbas bû"
Koç li ser pirsa "Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe da got 'hevdîtin semîmî û dostane derbas bû'. Ji aliyê we va çawa derbas bû?" got: "Tu kesî şer nekir, civîneke bi kêf û henek derbas bû."
Koç got ku divê ew di çarçoveya geşedanên îro da bisekinin û piştî axaftina xwe qendîla hemû kesan pîroz kir.