Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Adnan Selçuk Mizrakliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê mazbataya xwe sitand.
Mizrakli ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ya li Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê mazbataya xwe sitand.
Mizrakli dema derket daxuyanî da rojnamevanan û got her çiqasî derengî ketibe jî karûbar hatin temamkirin û mazbataya xwe sitand.
Mizrakli wiha axivî: "Me mazbataya xwe ya esil di 1ê nîsanê da ji gel sitand. Piştî heyameke dirêj û jan, piştî rejima qeyuman îradeya gel hat tesîskirin."
Adnan Selçuk Mizrakli diyar kir ku ji îro pê va ew ê dest bi wezifeyê bikin û wiha pê da çû: "Ji bo vê ji her kesî ra peyama ew e ku beriya her tiştî hewcedariya me bi aştiyê heye."