Polîtîka

Mitînga Wanê ya AK Partiyê

Serokomar Erdogan: "Heke me di qulên wan da ev terorîst asê nekiribana û wan tune nekira dê her roj li Wanê jî li bajarên me yên din jî xwîna mirovên me yên mesûm birêjin."

Elif Orhan  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
Mitînga Wanê ya AK Partiyê

Van

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got "Heke me di qulên wan da ev terorîst asê nekiribana û wan tune nekira dê her roj li Wanê jî li bajarên me yên din jî xwîna mirovên me yên mesûm birêjin. Heke em li derveyî sînir gav bi gav van teqîb nekin û wisa bikin ku nekarin xwe bilebitînin dê ew bi êşên ku derxînin bihara me bikin zivistan"

Erdogan beşdarî mitînga ku partiya wî li Meydana Beşyolê li dar xist da axivî û xitabî welatiyan kir.

- "Hê jî li pey heman namerdiyê ne"

Erdogan got ku terorîstan di sala 1995an de li Gurpinarê raserî mezrayê kirin û 7 jê jin û zarok 12 kesan bi awayekî hov kuştin, di sala 1996an da li Tetwanê rê birîn û 2 welatiyên mesûm qetil kirin, di sala 1998an de êrîşa bibombe birin ser wesayîta ku tê da xwendekarên lîseyê hebûn.

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

"Wekî li bajarên me yên din li Wanê jî yên ku hêstirên dayikan barandin, zarokan sêwî û êtim hiştin çêbûn. Hê jî li pey wê ne ku heman namerdiyê bikin. Heke me di qulên wan da ev terorîst asê nekiribana û wan tune nekira dê her roj li Wanê jî li bajarên me yên din jî xwîna mirovên me yên mesûm birêjin. Heke em li derveyî sînir gav bi gav van teqîb nekin û wisa bikin ku nekarin xwe bilebitînin dê ew bi êşên ku derxînin bihara me bikin zivistan."

Em çima ketin Cudiyê Gebarê, Tendurekê? Em çima ketin Qendîlê? Ji bo ku gelê me aciz nekin, we aciz nekin. Yên ku keçikên me yên 13-16 salî direvînin Qendîlê ma ev nînin? Dayikên ku li ber derê Şaredariya Diyarbekirê çendî hefteyan girîn ma dayikên min ên Kurd nebûn? Di heyama serokwezîriya min da ez ziyaret kirim û derdên xwe ji min ra qise kirin. Me jî gav bi gav ew teqîb kirin û ew roj paş da man. Cardin tu hêz dê nekare ku Tirkiyeyê bike welatekî ku lê rêxistinên terorê cirîdê diavêjin.

Wekî hemû aliyên welatê me ji bo ku em pirsgirêkên birayên xwe yên Kurd yên paşdamayîn, maf û azadiyan çareser bikin em gelekî xebitîn. Wisa ku me her cure xetere dan ber çavan û reformên ku berê tu kesî nediwêribû navê wan jî hilde ser ziman di nav demek ekurt da tetbîq kirin. Me demokrasiya welatê xwe ji qedexeyan, tehde û zilman xilas kir."

- Mizgîniya ji bo xwedîkerên pez

Serokomar Erdogan da zanîn ji bo ku xwedîkirina pez pêş bixin dê bernameyeke piştgiriyê ya nû tetbîq bikin û wiha axivî:

"Hê jî ji bo pezên fehl 25 lire piştgirî tê dayîn. Zêdetirê vê ji sala pêşiya me pê va ji bo berxên mê û karikan ji bo her heywanê ku wek fehl dikevin nav keriyê 100 lire piştgiriyê bidin. Em bi projeyên xwe yên nû hedef dikin ku hebûna pez derxînin 84 milyonî, serê şexsê jî herî kêm pezek bê xwedîkirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.