Polîtîka

"Mimkûn nîne em dev ji S400an berdin û bi temamî berê xwe bidin Patrîotan"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya ji Amerîkayê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan.

14.11.2019 - Rojanekırın : 15.11.2019
"Mimkûn nîne em dev ji S400an berdin û bi temamî berê xwe bidin Patrîotan"

Ankara

Erdogan der barê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da wiha got: "Ji bona pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da li gor siyaneta dualî û menfeetên neteweyî çareser bibin Trump di nav hewldaneke dilsoz da ye. Lazim e ku ez bêjim hin kesên li dijî Trump hewl didin ku têkiliyên me xirab bibin."

Serokomar Erdogan ji bona têkiliyên bi Amerîkayê ra diyar kir ku rêya çareserkirina cudahiya nêrînê diyaloga bi agahiyên rast e û got ku em ê bênavber xebatên ji bo vê jî bidomînin.

Serokomar Erdogan der barê kirîna Patrîotan da wiha peyivî: "Me got em dikarin Patrîotan jî bikirin. Piştî kirîna vê teklîfa bi temamî rakirina S-400an em wek teserufa ser mafên xwe yên desthilatdariyê dibînin. Mimkûn nîne em dev ji S400an berdin û bi temamî berê xwe bidin Patrîotan. Me got 'Em Patrîotan jî bikirin.' Lê em ê S400an jî bikirin."

Erdogan bal kişand ser mijara F-35an û wiha peyivî: "Me wezîfedarkirin temam kir, hêvî dikim di dawiya xebatan da em encamên baş hildin. Tevgera Trump jî êrênî û baş bû."

Serokomar Erdogan destnîşan kir der barê kirinên FETOyê da pirtûkeke bihûrgilî dane hemû senatoran û got ku piştî vegerê em ê wekî set jî bişînin.

Erdogan der barê îadekirina Gulenê serkirdeyê FETOyê da diyar kir pêwendiyên di navbera Wezaretên Edaletê da didomin û wê berdewam bikin û got ku em ê dev jê bernedin û teqîb bikin.

Erdogan diyar kir bi taybetî der barê mijara Ermeniyan û bûyerên 1915an da him agahî dane Birêz Trump û him jî bi hûrgilî agahî dane senatorên ku li Qesra Spî hevdu dîtine û wiha got: "Min ji wan ra got heke bûyerên dîrokî bên siyasîkirin ev şaşiyeke mezin e."

Serokomar Erdogan der heqê herêma ewledar da destnîşan kir wê helwesta welatên NATOyê bibînin û got ku heke nêrîneke erênî hebe em dikarin li bakur ji bo korîdora aştiyê gava ewil bavêjin û wiha dewam kir: "Ez dixwazim Amerîka jî, Rûsya jî bibin dostên min. Hemû hewldanên me ji bo vê ye."

Erdogan ji bona îadekirina nameya Trump got ku bertek nîşan nedan, divê meriv ji Kiliçdaroglu ra jî bêje ku 'name hat îadekirin'.

Serokomar Erdogan ji bona daxuyaniyên Lîndsey Grahamê senatorê Amerîkayî yên dijî Tirkiyeyê da got ku min çi hewce dikin jê ra gotin, îro dersa xwe hilda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.