Polîtîka

"Medeniyeteke ku bajarên wê kirêt bûne nikare derkeve pêş"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Medeniyeteke ku bajarên wê kirêt bûne û ji hêla madî û menewî va taybetiya xwe wenda kiriye îhtimal tuneye ku derkeve pêş."

Nihat Kavşut  | 20.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
"Medeniyeteke ku bajarên wê kirêt bûne nikare derkeve pêş"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Medeniyeteke ku bajarên wê kirêt bûne û ji hêla madî û menewî va taybetiya xwe wenda kiriye îhtimal tuneye ku derkeve pêş."

Erdogan li avahiya Rektoriya Zanîngeha Stenbolê di "Kongreya Zanistên Civakî ya Navneteweyî ya 2emîn" da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir behsa medeniyeteke ku dibêje heger însan bijî dewlet û bajar jî dijî dikin û wiha got: "Li her derê ku berpirsyarî ketiye ser milê me, me hewl daye him dil û mêjiyan û him jî mekan û hawirdorê ava bikin."

Erdogan got ku di serî da Stenbol her bajarên me yên qedîm ji bona kesên ku fehm bikin mekteb û dibistan in.

Serokomar Erdogan destnîşan kir medeniyeteke ku bajarên wê kirêt bûne û ji hêla madî û menewî va taybetiya xwe wenda kiriye îhtimal tuneye ku derkeve pêş û wiha axivî: "Em ê miheqeq bajarên meriv dikare lê bijî û bajarên marqe ava bikin. Mantiqeke ku 'heger bilind be, dibe' tuneye. Em dikarin bi mîmariya berwar jî ava bikin. Em ê bajarên wisa ava bikin ku him rêça medeniyeta me lê hebe, him li gor şert û mercên demê be û him jî di dinyaya kurewî da bibêjin 'em jî hene.'"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.