Li Stenbolê civîna Sêalî ya Tirkiye-Amerîka-Ukraynayê dest pê kir
Istanbul
Li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê civîna Sêalî ya Tirkiye-Amerîka-Ukraynayê dest pê kir.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat sitandin heyetên Tirk, Amerîkayî û Ukraynayî bi serektiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê li hev civiyan.
Di heyeta DYAyê ya da Wezîrê Karên Derva Marco Rubio, Balyozê DYAyê yê li Enqereyê Tom Barrack û Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump berpirs ji karûbarê Ukraynayê Keith Kellogg cih digirin.
Di heyeta Ukraynayê da Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak, Wezîrê Karên Derva Andriy Sibiha û Wezîrê Parastinê Rustem Umerov cih digirin.
Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy biryarnameya derbarê pêkkanîna heyeta ku dê beşdarî mizakereyên aşitiyê yên li Stenbolê bibe, duhê îmza kiribû.
Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê jî biryar e, saet 12.30î li heman cihî bê lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
