Hat ragihandin ku li Şirnexê 7 terorîstên ku ji PKKya rêxistina terorê reviyan teslîmê hêzên ewlehiyê bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn 7 kesên ku di nav PKK/KCKya rêxistina terorê faliyet dikirin ji rêxistinê reviyan û li Şirnexê teslîmê hêzên ewlehiyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ji 21ê Adara 2013an heta îro li bajêr û navçeyan jimara kesên ku di nav PKK/KCKya rêxistina terorê faliyet dikirin lê ji rêxistinê reviyan û teslîmê hêzên ewlehiyê bûn 917 kes e" û dan zanîn ku meqamên edlî der barê kesên ku teslîm bûn de hemû miameleyên edlî dikin.