Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê cenazeyê zarokê ku di encama teqîna teqemeniya ku terorîstan hiştibû mir, hat definkirin.
Ji ber ku teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê duh lu Taxa Koçhîsarê hiştibûn ser banê malekê di destan de teqiya, Tahsîn Ûray (9) bi xedarî birîndar bibû û li nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê digel midaxaleyan miribû. Cenazeya Ûray piştî otopsiyê teslîmê malbata wî kirin.
Bi wesayîta cenazeyê cenazê Ûray birin goristana Mezopotamyayê û piştî nimêja cenazeyê ya ku hat kirin, bi hêstiran hat definkirin.
Tedawiya Ramazan Ş. yê (9) ku di teqînê de birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê berdewam dike.