29 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der barê operasyona li Qendîlê dijî serkirdeyên rêxistina terorê hat kirin da got ku wê ev dewam bike.
Akar bo biryara Amerîkayê ya li ser Girên Golanê wiha got: "Ev şaş e û talûkeyan di xwe da dihewîne. Gotineke xweş ya pêşiyan heye, kî bayê bireşîne bablîsokê diçine."
Akar bo geşedanên li Egeyê wiha got: "Em dixwazin her kes ji rageşiyê dûr bisekine, hev fehm bike û xwe bike dewsa yê din."
"Piştî rewşa derasayî hat rakirin ji Artêşa Tirkiyeyê hezar û 1177 personel hatin îxrackirin. Şerê dijî FETOyê bi her awayî dewam dike."